Wednesday, September 28, 2022
HomeDaxuyanîEncama şerê têkbirina terorê
DaxuyanîmanshetNûçe

Encama şerê têkbirina terorê

Di şerê hêzên me li dijî rêxistina teror de li koşeya dawî ya li ser sînorê Îraqê, gelek çete hatin kuştin û gelek wendahiyên wan çêbûn.

Di operasyona şervanên me de bi hezaran guleyên doşka ketin destên şervanan, her wiha hawan, topavêj û çekên ispitçîno jî hatin dîtin.

Her wiha şervanên me bi dehan malbatên asêmayî rizgarkirin û di korîdorên ewle re ew birin deverên bi ewle û alîkariya wan kirin.

Encama dawî ya pevçûnan:

Balafirên koalisyona navdewletî gelek derbe li çeteyan dan di encamê de:

Kamyoneke cebilxanê hat teqandin, topavêjek, navendeke rêvebirinê, korîdorek, deboyeke erebeyan û 3 riyê leşkerî hatin birîn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published.