Saturday, October 31, 2020
HomeDaxuyanîDewama bîlançoya îroj
DaxuyanîmanshetNûçe

Dewama bîlançoya îroj

Şervanên me li ser hesabê dorpêçkirina çeteyên DAIŞ’ê di koşeya wan a dawî di gundê Baxoz de, pêş de diçin. Hemwextî wê derbeyên balafirên koalisyona navdewletî jî berdewam in.

Tevî dijwarbûna pevçûnan şervanên me 1KM pêş de çûn, 29 nuqte ji çeteyan rizgar kirin û erebeyek mayînkirî berî ku bigêhêje armanca xwe teqandin.

Li baskekî din çeteyan bi hemû cûreyên çekan êrîş kirin lê şervanan ew şkandin û 12 nuqte rizgar kirin her wiha gelek çete kuştin.

Di şer û pevçûnan de du şervanên me gihan asta şehadetê.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *