Friday, October 23, 2020
HomemanshetAvahiya yekîneyên agirkujê hat nûkirin
manshetNûçe

Avahiya yekîneyên agirkujê hat nûkirin

Tebqa – Şaredariya gel a Tebqayê dest bi nûkirina avahiya yekîneyên agirkujê kir.

Nûkirina avahiyê dê mehekê dirêj bike û dê hemû deverên wê werin nûkirin.

Hevserokê şaredariyê Ebdullwehab Silêman got ji ber ku avahiyê gelek ziyan dîtibû me yek ser dest bi nûkirina wê kir ta ku xizmeta gelê Tebqayê bike.

Her wiha Silêman got tevî kêmderfetiyên yekîneyên agirkujê lê ew gelek pirsgirêkên agir û rewşên awarte çareser dikin û karmendên wan 24 saetan her dem amade ne.

Numareya Yekîneyên Agirkujê wiha ye: 0991346961

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *