Girê Spî..Sembola aştî û jiyana hevbeş

0 62

Navenda Nûçeyan – Girê Spî bajarekî Sûrî ye 100 KM li Bakurê reqqayê li ser sînorê Tirkiyê ye.

Di sala 2004’an de hejmara wê ya fermî 15 hezar bû lê di salên dawî de zêde bûne.

Bajarokên Eyn Îsa û Silûk girêdayî wê ne, her wiha 460 gund û dergeheke sînorî li hemberî bajaroka ( akçileka ) ya Tirkî lê heye.

Li kêleka wê çavkaniyeke çemê Belîx heye navê wê Eyn El-Arûss e bi vî navî hat naskirin ji ber ku kevrên wir spî ne her wiha girekî kevn bi vî navî li wir heye.

Ava zêde û xaka sor her wiha cihê wê yê stratejîk bû sedema kombûna gel, lê piştî ku riyên bazirganiyê ji wir dûr ketin bû bajarokek çandinî. Piştra piştî ku xeta tirênê hat avakirin dîsa bû devereke kombûna gel.

Gelê Ereb herî zêde li wir e, her wiha netewên Kurd, Turkmen û Xiristiyanên Ermen û Aşûr jî hene.

Bi destpêka aloziya Sûriyê re ev bajar ket destê gelek komên çekdar û di sala 2014’an de ketê destê terora DAIŞ’ê.

Bajar di bin destê terorê de heta dîroka 15’ê Hizêrana 2015’an me, ku şervanên YPG û YPJ rizgar kirin.

Piştî rizgarkirina bajêr di 22’ê Hizêrana 2015’an de rêveberiyeke xweser ji 12 komîteyan hat avakirin. Ev rêveberî bajêr bi awayekê rê û pêk bi rê ve dibe û careke din jiyana Girê Spî nûjen dibe.

Bajarê Girê Spî bi bajarê jiyana hemû netew û baweriyan bi hev re tê naskirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.