Friday, October 30, 2020
HomemanshetDibistana “Ednan El-Malikî” xwendekarên jîr xelat kirin
manshetNûçe

Dibistana “Ednan El-Malikî” xwendekarên jîr xelat kirin

Reqqa – Komîteya Perwerdeyê bi hevkariya rêxistina “Çêkerên Siberojê” şahiyek ji xwendekarên jîr ên dibistan “Ednan El-Malikî” li Reqqayê lidar xist.

Şahî bi armanca pêşxistina şagirtan hat lidarxistin.

 Di şahiyê de endamên komîteya perwerdeyê, navenda kesên astengdar û rêxistina “Çêkerên Siberojê”  her wiha malbatên xwendekaran amade bûn.

Xwendekaran şano, dîlan û stranên gelêrî pêşkêş kirin.

Rêveberê dibistanê Mistefa Hec Elî got ku xwendekarên wan ji bo rakirina qonaxa DAIŞ’ê di pêşxistina xwe de bi israr in, her wiha spasiya mamosteyan li ser kedan wan kir û serkeftinên mezin ji xwendekaran re xwest.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *