Dibêji ku her mirovek ji wateya navê xwe tiştekî digire lê her du ciwanên bi navê Diya-i û Beha-i ku wateya navê wan ronahî û kêfxweşî ye, ne ti ronahî dîtin û ne jî kêfxweş bûn.
Diya-i û Beha Elî Hebeş cêwî ne temenê wan 17 sal in, her du jî kor in bi çavên xwe nabînin.
Her du ciwan tev malbata xwe ji bajaroka Miskenê ya Reqqayê koçberî kampa Eyn Îsa bûn.
Diya-i û Beha ji çûkiya xwe ve nexweşiyeke werasetê bi wan re ye, ev nexweşî bûye sedema korbûna wan.
Pijîşkekî li Şamê çavên wan dîtiye û ya baş ew e ku her du jî tên dermankirin. Lê dermankirina her ciwanekî 2,500 Dolar dixwaze.
Ya xirab jî ew ku rewşa malbatê ne baş e pir xizan in û ta niha jî tu rêxistinan pereyên dermankirina wan negirtine li ser xwe û ne jî alîkariya malbatê kirine.
Ji bilî rewşa her du ciwanan bi dehan kesên astengdar û xizan hene, û li bendî alîkariyê ne.