Thursday, July 7, 2022
HomemanshetKomîteya Tenduristiyê zarokên Reqqayê avsûn dike
manshetNûçe

Komîteya Tenduristiyê zarokên Reqqayê avsûn dike

Reqqa – Komîteya Tenduristiya Reqqayê ya girêdayî meclisa sivîl a bajêr dest bi kampaniya avsûnkirina ( Telqîh ) zarokan kir.

Avsûna zarokan tê kirin ta zarok felc nebin.

Komîteya tenduristiyê sala borî  gelek kampaniyên avsûnê birê ve biribû.

Serokê Komîteya Tenduristiyê Ehmed Ismaîl dibêje:

“Roja Yekşemê kampaniya me dest pê bû û 60 hezar zarokî di nav xwe de digire, ta niha 45 hezar zarok hatin avsûnkirin û temenê avsûnê ji yekrojî heta şeşsaliyê ye”.

Ismaîl got wan 20 tîmên di tevgerê de amade kirine û her wiha navenda wan  li Taxa Sêf El-Dewlê ye.

Ev kampaniya ya yekem e di sala 2019’an de.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *