Sunday, November 29, 2020
HomemanshetŞervanên dewreya şehîd Elî Reqqa perwerdeya xwe didomînin
manshetNûçe

Şervanên dewreya şehîd Elî Reqqa perwerdeya xwe didomînin

Tebqa – 260 şervanên Tebqa, Reqqa û Dêra Zorê perwerdeyên xwe yên leşkerî li Tugaya Şehîd Ebbas di dewreya Şehîd Elî reqqa de didomînin.

Şervan li ser çekên sivik û navîn her wiha RBG, BKC û doşka perwerde dibin.

Fermanderê dewreyê Mistefa Ehmed got:

“Şervanên me dabeşî girûpan dibin her girûpek 50 şervan e û bi hev re perwerde dibin”.

Şervan li ser pevçûnên bi dijmin re, şerên kolanan û rakirina mayînan perwerde dibin.

Her girûpek 15 rojan perwerde dibin û piştî wê amade ne ku herin eniyên pêş.

Hêjayî gotinê ye ku ev şervan di gelek şeran de beşdar bûne, lê ev perwerde di çarçoveya amadebûna di asta bilind de tê dayîn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *