Saturday, August 15, 2020
HomemanshetLi Tebqayê hêzên xweparastinê dewreyek vekir
manshetNûçe

Li Tebqayê hêzên xweparastinê dewreyek vekir

Tebqa – Akademiya şehîd Beşar El-Cirêba dewreya xwe ya 5’mîn bi navê şehîd Ebdullah El-Qertac vekir.

30 şervan tevlî perwerdeya 45 rojan bûn û dê waneyên leşkerî bistînin.

Merasîma vekirinê bi amadebûna rêveberiya xweparastinê û endamên rêveberiya sivîl, bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê bû.

Wezîrê parastina Tebqayê Heqî Efrîn axivî û dewre li şervan û şêniyên Tebqayê pîroz kir.

Efrîn got:

“Şerên li herêma Baxoz şerên dawîkirina terorê ne, divê ciwan tevlî me bibin da ku em aramiya xwe misoger bikin”.

Di dawiyê de şervanan sonda leşkerî xwendin.

Şervanê bi navê Izzedîn El-Xedban got ku welatê me pêwistiya xwe bi parastinê heye û em jî zarokên vî welatî ne mafê me ye ku em biparêzin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *