Nexweşxaneya Girê Spî..di salekê de 70,000 nexweş derman kir

0 50

Navenda nûçeyan – Beşa tenduristiyê li Girê Spî pir aktîv e, nemaze nexweşxaneya niştimanî ku di salekê de bi hezaran kes derman kiriye.

Nexweşxane di sala 2005’an de hat vekirin ta ku şêniyên herêmê pêşwaz bike, rêveberiya nexweşxaneyê her carê di dest komeke çete de bû ta ku şervanên YPG YPJ bajar rizgar kirin û di bin sîwana rêveberiya xweser de kar kir.

Rêveberiyê ji nû ve nexweşxane çêkir ji ber ku terorîstan gelek alavên wê xira kiribûn, nemaze alavên oksicînê û yên şiştina gorçikan.

 Piştî rizgarkirina bajêr di sala 2015’an de rêveberiya xweser nexweşxane firehtir kir ta ku pêşwaziya hejmareke mezin ji şêniyên herêmê bike, niha ji 45 odeyan û du ambulansan pêk tê.

Di nexweşxaneyê de sê odeyên neşteriyê hene yek ji wan jî ya jin e, her wiha 7 cîhazên şiştina gorçikan û 12 hembêzên zarokan û dermangeheke giştî.

360 kadroê ji pijîşk, hemşîre, dermanfiroş û gelek xebatkar tê de dixebitin. Her wiha beşên nexweşiyên jin, hindirîn, neşteriya giştî û hestû, şiştina gorçikan, dermankirina fîzîkî, avsûn, benka xwînê, beşa analîzê, beşa desteka derûnî û her wiha beşa kêmxwarinê tê de hene.

Ev nexweşxane di herêmê de baş tê naskirina û şênî ji Reqa, Tebqa û deverên derdor tên vir, di sala 2018’an de 70,000 kes li vê nexweşxaneyê hatin dermankirin.

Nexweşxane desteka xwe ya madî û locistî ji van sê rêxistinan digire:

Rêxistina Pijîşkên Sînor nenas, Rêxistina Handî Kap û Rêxistina Norowak.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.