Home ⁄ manshet ⁄ Dîmenek ji jiyana şervanekîmanshetNûçe Dîmenek ji jiyana şervanekî kurdi February 15, 20191470 Share on FacebookTweet on Twitter Şervanê bi navê Ebdullah Sibhî El-Bezax ji zarokên Dêra Zorê ye, ajokarê erebeyekê bû berî ku tev malbata xwe ji zilma DAIŞ’ê birevin û herin Tebqayê. Du birayên wî tev komeke ciwanên gundê wî li ser destê terora DAIŞ’ê hatin kuştin. Ebdullah di 10’ê Tebaxa 2016’an de tevlî QSD’ê bû û perwerdeyên leşkerî û siyasî dîtin. Tevlî şerên gundewarên Reqayê û taxên bajêr bû, di şerên giran ên nav taxan de birîndar bû. Piştî rizgarkirina Reqqayê Ebdullah vegeriya Tebqayê û perwerdeyên xwe yên siyasî li wir dewam kirin û beşdarî şerê Dêra Zorê bû. Ebdullah di dawiyê de dibêje ku ew ji bo parastina welatê xwe tevlî QSD’ê bûye û dê vê rêka ku hevalên xwe tê de şehîd bûne dewam bike. Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk dîmenekEbdullahReqqaŞervan Share on FacebookTweet on Twitter Post navigation Previous Article Sê pir li gundewarên Tebqayê tên aktîvkirin Next Article Komîteya Perwerdeya Civakê..Kedeke bê navber kurdi Leave a Reply Cancel reply Your email address will not be published. Required fields are marked *Name * Email * Website Comment Notify me of follow-up comments by email. Notify me of new posts by email.