Sunday, November 29, 2020
HomemanshetKomîteya Perwerdeya Civakê..Kedeke bê navber
manshetNûçe

Komîteya Perwerdeya Civakê..Kedeke bê navber

Navenda Nûçeyan – Ji dema ku bajarê Girê Spî rizgar bûye, rêveberiya xweser bê navber hewil dide jiyana bajêr ji berê xweştir bike.

Ji nav komîteyên hatine avakirin, komîteya perwerdeyê ya ku serpereştiya karê perwerdê dike.

Girêdayî komîteya perwerdeyê sê navend hene:

Navenda Girê Spî, Silûk û Eyn Îsa.

Ji dema avakirinê de komîteyê dibistanên bajêr ên ku di şer de xira bibûn sererast kir. Her wiha ew dibistan bi alavên perwerdeyê destek kir.

Komîteyê 430 dibistan ji 500 dibistanî vekir, ji wan 28 navîn in 4 jî amadehî ne û tê de zimanên Erebî û Kurdî bingehîn in.

38 hezar xwendekar derbasî van dibistanan dibin, 34 hezar û 693 xwendekar seretayî ne, 3 hezar û 242 navîn in û yên din amadehî ne.

1,900 mamoste kerê perwerdeyê bi rê ve dibin, piştî ku di destpêka avakirina komîteyê de tenê 31 mamoste bûn.

Hîna 48 dibistan ji ber kêmbûna mamoste û xwendekaran nehatine aktîvkirin, her wiha 18 dibistan bi awayekî temamî rûxiyane ji ber ku terora DAIŞ’ê û El-Nusra ji xwe re kiribûn navend.

Her dîsa komîteyê metriyal guhertin, peymangeheke amadekirina mamosteyan û akademiyeke ramanî ava kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *