Friday, October 23, 2020
HomemanshetMeclisa Dêra Zorê ya Sivîl..Karên mezin
manshetNûçe

Meclisa Dêra Zorê ya Sivîl..Karên mezin

Navenda Nûçeyan – Bajarê Dêra Zorê ku ji girîngtirîn bajarên rojhilatê Sûriyê ye û parêzgeha duyem e ji aliyê mezinbûnê ve, ji 2014’an ve di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de bû.

Niha rêxstina terorîst nefesên xwe yên dawî li wir distîne, û jiyana li wir ber bi xweşikbûnê ve diçe.

Gava Yekem..Avakirina Meclisan

Meclisa sivîl a Dêra Zorê di 24’ê Îlona 2017’an de hat avakirin.

Di dîroka 1’ê Adara 2018’an de meclis ji nû ve hat dîzaynkirin û meclisên wê yên zagonî û cihbicihkar tevî hejmarek komîteyên xizmetkirinê hatin avakirin.

Kedeke Mezin ji bo Binesaziya Herêmê

Li gundewarên Dêra Zorê 34 stasyonên avê hene û piraniya wan ji ber kiryarên çeteyan hatin xirakirin, meclisa sivîl di demeke kin de gelek stasyon çêkirin û av gihandin şêniyan.

Her wiha bi hevkariya komîteya tenduristiyê meclisa sivîl 3 nexweşxane ava kirin ( El-Kesra, Cedîd û El-Bisêra ). Her wiha 16 navendên tenduristî hatin vekirin û bê pere şêniyên herêmê derman dikin.

Her dîsa firnên herêmê hatin nûkirin û desteka wan bi mazotê û ard hatin kirin ji bo ku nên ji şêniyan re peyda bikin.

Komîteya perwerdeyê jî heta niha 465 dibistan vekirine û zêdetirî 164,000 xwendekar lê dixwînin.

Şêniyên Dêra Zorê 80% bi çandiniyê dixebitin, ji ber wê meclisa sivîl a bajêr di riya gelek kompetîvan re desteka wan kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *