Friday, October 30, 2020
HomemanshetŞaredariya Gel mezintirîn projeya li Reqayê dest pê dike
manshetNûçe

Şaredariya Gel mezintirîn projeya li Reqayê dest pê dike

Reqqa – Beşa Kenalizisyonê ya girêdayî şaredariya Reqqayê li ser gilî û daxwaza xelkê bajêr dest bi sererastkirin û aktîvkirina tûrên Kenalizisyonê li taxên Sîna-a û Mişlib kir.

Serokê beşa Kenalizisyonê li Reqqayê Mûhenned El-Hemed tekezî li ser dewama karê paqijkirin û aktîvkirina tûrên Kenalizisyonê kir.

El-Hemed got ku piştî gilî û daxwazên şêniyên taxan wan dest bi kar kir, xeta ku were vekirin 450 metr e.

Her wiha dê hemû boriyên kevn werin rakirin û ji dewsa wan ên nû werin danîn.

Hêjayî gotinê ye ku piraniya xetên binerd ên Reqqayê ji ber şerên di bajêr de xetimîne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *