Meclisa leşkerî ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk bi beşdarbûna fermandar û rêveberên herêman û saziyên leşkerî di roja Yekşemê 17’ê Sibata 2019’an de civîna xwe ya asayî lidar xist.
Di civînê de rewşa leşkerî û meydanî ya şerê li dijî terora DAIŞ’ê, qonaxa piştî vekişandina Emrîkî, angaştinên dewleta Tirk û herêma ewle, siberoja têkiliyên bi hikûmeta Sûrî re û gelek mijarên ewlekariya welêt hatin nîqaşkirin.
1- Di encama çalakî û operasyonên me ên ji sala 2012’an li dij komên teror de û di 2014’an de bi piştgiriya koalisyona navdewletî, êdî komên teror û terora DAIŞ’ê li ber ketinê ne. Çend çeteyên meyî di erdnigariyeke teng de li Baxozê dorpêçkirî ne û dê şer bi rizgarkirina esîran û sivîlan re bi dawî bibe.
2- Di civînê de stratejiya leşkerî ya nû ya hêzên QSD’ê ji dema pêş re wiha ye:
– Tunekirina şaneyên razayî yên DAIŞ’ê di riya operasyonên pispor bi piştgiriya koalisyona navdewletî.
– Zûhakirina zemîna DAIŞ’ê ya ramanî, civakî û aborî.
3- Her wiha di civînê de idîayên dewleta Tirk ku hêzên me gefeke li dijî wan in hatin nîqaşkirin û tekezî li ser dagirkeriya Tirkiyê ya rasterast ji xaka Sûriyê re li Efrînê, Babê, Cerabilusê û Idlibê hatin kirin. Meclisê got ku nerîna wan ew e hemû pirsgirêkên bi Tirkiyê re di riya diyalogê û xurtkirina cîraniyê werin çareserkirin. Her wiha tekezî li ser amadehiya QSD’ê ji parastina herêmê re ger ku êrîşek pêk hat, hat kirin.
4- Siberoja Têkiliya bi hikûmeta Sûrî re û hewildana dîtina çareseriyeke bi diyalog bi şerta ku taybetmendiya QSD’ê were parastin hatin nîqaşkirin.
5- Civînê beşdariya Yekîneyên Parastinê yên Jin a pîroz û aktîv di şerê terorê de nîqaş kir.
6- Her wiha di civînê de rizgarkirina Efrînê û vegerandina gelê wê wek planeke sereke ya planên QSD’ê hat tekezkirin.
7- Piştî ragihandina serkeftina leşkerî ya dawî li dijî DAIŞ’ê dê QSD’ê hêzên xwe ji nû dîzayn û perwerde bike û li gorî pêwîstiyên ewlekarî ji nû ve belav bike.