Saturday, July 4, 2020
HomeDaxuyanîli Dêra Zorê 4 çete hatin kuştin 2 jî hatin girtin
DaxuyanîmanshetNûçe

li Dêra Zorê 4 çete hatin kuştin 2 jî hatin girtin

Di saet 10’ê sibeha Şemiyê de şaneyeke terorît a DAIŞ’ê êrîşî nuqteyên QSD’ê li bajaroka Dîban a li gundewarê Dêra Zorê kir.

Şervanê me bi şaneyê re ketin pevçûnê, di encamê de du şervanên me şehîd bûn yek jî birîndar bû.

Her wiha çeteyê bi navê Feyad Ebû Ferwê hat kuştin.

Di saetên êvarê de şervanên QSD’ê operasyoneke paqijkirinê dan destpêkirin û tekez bû ku şaneyeke terorîst heye. Şervanên me êrîşî wan kirin û di encamê de 3 çete hatin kuştin û du çeteyên biyanî hatin girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *