Thursday, July 7, 2022
HomemanshetReqqayê 5 şehîdên xwe oxir kirin
manshetNûçeŞehîdên me

Reqqayê 5 şehîdên xwe oxir kirin

Reqqa – Bi merasîmeke bi heybet şêniyên bajarê Reqqayê tevî sazî û hêzên xwe yên leşkerî 5 şehîdên xwe yên di şerê tunekirina terorê de li Dêra Zorê şehîd bibûn, oxir kirin.

Karwana gel ji gundê El-Reqqa El-Semra ta goristana şehîdan li gundê Kerama bi rê ket.

Merasîm bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê bû, piştre şervanan tûreneke leşkerî pêşkêş kirin.

Li ser navê QSD’ê fermandar Hîwa El-Sefeh axivî û got:

“Em sersaxiyê ji xwe re û hemû malbatên şehîdan re dixwazin, şehîdên me bi tiştên xwe yên herî giran buha xwe feda kirin da ku welat, azadî û rûmeta me biparêzin”.

Di dawiya merasîmê de nasnameyên şehîdan hatin xwendin û bi silogan û tilêliyan hatin oxirkirin.

Navên şehîdan wiha ne:

– Ehmed Receb El-Hemûd

– Fewaz Mihêdî

– Ebdullrehman El-Rezaq

– Mûsa El-Şewan

– Ebd El-Ibrahîm

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *