Wednesday, August 17, 2022
HomemanshetŞêniyên Tebqayê şehîdekî xwe oxir kirin
manshetNûçeŞehîdên me

Şêniyên Tebqayê şehîdekî xwe oxir kirin

Tebqa – Şêniyên Tebqayê cinazeyê şehîd Fayiz Ezaz El-Meşarî li goristana şehîdan oxir kirin.

Di merasîmê de fermandarên QSD’ê û endamên rêveberiya sivîl beşdar bûn.

Merasîm bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê bû, piştre şervanan tûreneke leşkerî pêşkêş kirin.

Fermandara QSD’ê ya herêma Tebqayê Zîlan Kobanê axivî û got ku îro jî ew şervanekî azadiyê ku canê xwe feda kiriye oxir dikin.

Hevserokê meclisa malbatên şehîdan Ehmed Ebû El-Rîş jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza berdewamkirina xeta şehîdan da.

Merasîm bi xwendina nasnameya şehîd bi dawî bû.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *