250 Şervanan dewreya erka xweparastinê bi dawî kirin

0 3

Reqqa – Komîteya xweparastinê dewreya xwe ya yekem bi navê “Şehîdên Hicînê” piştî mehekê bi dawî kir.

Merasîm bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê bû, piştre şervanan tûreneke leşkerî pêşkêş kirin.

Hevserokê komîteya xweparastinê li Bakur-Rojhilatê Sûriyê Zêdan El-Asî di merasîmê de axivî û qala lehengiya QSD’ê di şerê li dijî terorê de kir.

Her wiha got ku piştî çend rojan dê serkeftina mezin li dijî mezintirîn rêxistina terorê were ragihandin, û dê ev şervanên nû jî destkeftiyên hevalên xwe yên şehîd biparêzin.

Her wiha hevserokê komîteya xweparastina Reqqayê Mehmûd Ismaîl qala girîngiya rola şervanan di parastina nirx û xaka welêt de kir.

Merasîm bi xwendina sonda leşkerî bi dawî bû.

Ev şervan dê li hindir bajêr ji bo parastina ewlekariyê werin belavkirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.