Thursday, July 7, 2022
HomeNûçeLi Tebqayê dewreyeke tenduristî hat vekirin
Nûçe

Li Tebqayê dewreyeke tenduristî hat vekirin

Tebqa – Meclisa jin û yekîtiya jinên ciwan dewreyeke tenduristî ji jinên Tebqayê re vekirin.

Dewre di dîroka 22’ê Çileyê de dest pê kiribû û dê heta meha Adarê dewam bike.

Ev dewre li nexweşxaneya niştimanî ya bajêr di bin serperştiya pijîşkan de tê dayîn.

Rêvebera meclisa jinê li Herêma Ciriniya Hûda Essaf Mihemed got:

“Hinek jinên bajêr dest bi perwerdeyê kirin da ku bi rewşên şewat, şekestin, qeza, dayîna derziyan û rewşên awarte re bi xwe mijûl bibin.

Armanc ew e ku ev jin bikaribin alîkariyê bidin şêniyan.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *