Saturday, May 28, 2022
HomeNûçeŞaredariya Reqqayê Enqazan ji nav bajêr derdixe
Nûçe

Şaredariya Reqqayê Enqazan ji nav bajêr derdixe

Reqqa – Şaredariya bajarê Reqqayê karên paqijkirina bajêr didomîne û rojane enqaz û bermahiyên şer ji bajêr derdixe.

Derxistina enqazan ji nav bajêr kar û ezmûneke mezin in li pşê şaredariyê ji ber ku di bajêr de şerên dijwar qewimîbûn û riyên bajêr hatibûn girtin.

Serokê ofîsa xizmetguzarî li şaredariyê Mihemed Ebdullqadir dibêje:

“Me roja Duşemê dest bi rakirina enqazan kir, piştî gilî û daxwazên gel em niha li Taxa El-Mensûra dixebitin”.

Her wiha di rojên borî de taxên El-Reşîd, Ferdos, Basil, Mişleb û Pêşesazî hatin paqijkirin.

Ev enqaz di dema pêş de sûdeke mezin wek çêkirina riyan jê tê girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *