Şervanekî welatê min

0 62

Mihemed Elî El-Hilal ji zarokên Reqqayê ye temenê wî 35 sal in. Jiyana xwe ji bo debara malbata xwe di karên çandiniyê de derbas kir.

Jiyaneke xwezayî bi tevger û bereketa xaka Reqqayê bû, lê bi hatina rêxistina terorîst re ew jiyan bû girtîgeh.

Di sala 2016’an de tevlî QSD’ê bû û perwerdeyên xwe li akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla dîtin.

Di şerên rizgarkirina Reqqa û Dêra Zorê de beşdar bû.

Hilal qala zilma DAIŞ’ê kir:

“Ez 20 rojan di girtîgeha DAIŞ’ê de bi tuhmeta derbaskirina malbatan li herêmên QSD’ê, hatim girtin.  Di girtîgehê de min gelek zilam dît.

Piştî ku min zilam terorê dît û ji girtîgeha wan derketim, min berê xwe da herêmên QSD’ê ji bo tevlî wan bibim û şêniyan ji zilma DAIŞ’ê xilas bikim.

Hilal qala bîranînên xwe di şer dike:

“Gurûpe me li Embarên Reqqayê ketin dorpêçê, wê demê hevalan xwe gihandin me û çend saetan şer kirin ji bo ku me rizgar bikin. Di şer de hevalekî me şehîd bû û dema minn cinazeyê wî derxist ez di milê xwe de birîndar bûm.

Di dawiyê Mihemed Elî El-Hilal soza parastina nirx û destkeftiyên QSD’ê da.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.