Thursday, September 23, 2021
HomemanshetOfîsa malbatên şehîdan sersaxî ji malbatên 9 şehîdan re xwest
manshetNûçe

Ofîsa malbatên şehîdan sersaxî ji malbatên 9 şehîdan re xwest

Reqqa – Ofîsa malbatên şehîdan a girêdayî QSD’ê sersaxî ji malbatên 9 şehîdên ku li Dêra Zorê şehîd bûne re xwest.

Merasîm bi beşdariya meclisên herêmî, meclisa malbatên şehîdan û rêveberên ewlehiya hindirîn bi deqeyekê rizgirtin ji bo şehîdan dest pê bû.

Li ser navê ofîsê Rûqeya El-Hisên axivî û hemû şehîd bibîr anîn û got ku dê li ser riya şehîdan bin û destkeftiyên wan biparêzin.

Malbatên şehîdan jî spasiya beşdaran kirin û gotin ku dê dildarên xeta şehîdên xwe bin.

Navên şehîdan wiha ne:

Ibrahîm Xidir, Efwaz Şêx, Elî Cilûd, Hisên Hisên, Ehmed Receb Hemûd, Fewaz Mihêdî, Ebdullrehman Ebdullrezaq, Mûsa şewan û Ebd Ibrahîm.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *