Reqqa – Piştî gilî û daxwazên gel li ser pirsgirêka kenalizisyonê diyar bû ku li taxa Pîşesaziyê li ser dirêjiya 500 metrî boriyên binerd xitimîne.
Ji ber wê şaredariya bajêr di dîroka 10’ê Sibata 2019’an de dest bi projeya guhertina boriyên binerd kir.
Ta niha 400 metre hatine guhertin û dê di nav du roja de beşa meyî jî werin guhertin.
Serokê beşa kenalizisyonê li şaredariya Reqqayê Mûhenned El-Şamî tekez kir ku ev cihê hatiye guhertin li ser erda wê 500 mal û dikanên şêniyan hene û bi temamî boriyên wir hatin nûkirin.