Sunday, November 29, 2020
HomemanshetDesteya enerjiya Reqqayê stasyona elektirîka bajêr aktîv kir
manshetNûçe

Desteya enerjiya Reqqayê stasyona elektirîka bajêr aktîv kir

Reqqa – Komîteya aborî û pêwendiyan a Reqqayê dest bi aktîvkirina stasyona elektirîkê “4”  a ku li nîva bajêr dikeve kir, ev stasyon ji ber sedemên şer rawestiyabû.

Destpêkê komîteyê cihê stasyonê paqij kir, piştre alavên wê yên elektirîkê yên ku kevn bûne guhertin û hinek nû anîn.

Berpirsê beşa stasyonan di komîteya enerjiyê de Silêman El-Elî tekez kir ku dê proje herî zêde di 120 rojan de bi dawî bibe. Her wiha El-Elî tekez kir ku dê ev stasyon bajêr bi tev de ronî bike.

Karê li ser vê stasyonê piştî çêkirina hemû stasyonên gundan dest pê bû.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *