Komîteya perwerdeyê çalakiyên şano ji xwendekarên Reqqayê re lidar xist

0 534

Rêveberiya dibistana “Kesrit Şêx Cûma” ya rojhilat a ku li gundewarên başûrê Reqqayê ye bi hevkariya komîteya perwerdeyê çalakiyeke şano ji xwendekarên jîr û serkeftî re lidar xist.

Şahî bi amadebûna komîteya perwerdeyê, meclisa gel, şaredariya gund û malbatên xwendekaran dest pê bû.

Di şahiyê de xwendekaran gelek şano pêşkêş kirin û her wiha helbestên gelêrî hatin xwendin.

Rêveberê dibistanê Elî El-Ebdullah got ku serkeftina xwendekaran di encama keda mezin a mamosteyan bû.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.