Wednesday, June 29, 2022
HomemanshetHesekê sê şehîdên xwe oxir kirin
manshetNûçeŞehîdên me

Hesekê sê şehîdên xwe oxir kirin

Şêniyên Bajarê Hesekê û gundewarên wê sê şehîdên xwe li goristana şehîd Dijwar oxir kirin.

Merasîm bi deqeyekê rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan dest pê bû, piştre şervanan tûreneke leşkerî pêşkêş kirin.

Di merasîmê de gelek axaftin hatin kirin û sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin.

Bi navê QSD’ê fermandar Serhildan Rojava axivî û got:

“Em wekî hêza ku şerê terorê ji dewsa cîhanê kir, em tekez dikin ku dê şopa me li ser riya şehîdan berdewam be”.

Di dawiya merasîmê de nasnameyên şehîdan radestî malbatan hatin kirin û şehîd oxirî axê bûn.

Navên şehîdan wiha ne:

Lûey Kirêş, Rênas Hesekê û Yûsiv El-Kurdî

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *