Dilbirîn Reşîd Ismaîl ji zarokên Kobanî ye zewicî ye û keçek wî heye, di karên çandinî û bazirganiyê de dixebitî û di sala 2018’an de tevlî Erka Xweparastinê bû.
Ismaîl gelek perwerdeyên leşkerî û siyasî li akademiyên erka xweparastinê dît.
Di şerên Pira Qereqozaq û Sirînê de beşdar bû, niha jî şervanekî erka xweparastinê ye.
Ismaîl dibêje dema ku bê xwestin ew amade ye di her cihî de şer bike, dibêje ku tu ferq navbera Kobanê û Tebqayê tune ye ew bajarên yek welatî ne.
Di dawiyê de Ismaîl bang li ciwanan kir ku tevlî erka xweparastinê bibin.