Thursday, July 7, 2022
HomemanshetNavenda tîmên awarte rojane 40 kesî derman dike
manshetNûçe

Navenda tîmên awarte rojane 40 kesî derman dike

Tebqa – Navenda tîmên awarte ya girêdayî hêzên ewlehiya hindirîn derfetên xwe yên xizmmetê pêşkêşî gel dike, ev navend ji bo parastina ji rewşên awarte hatiye vekirin.

Kadroyên navendê ji 50 kesî pêk tên û deh ajokar jî li wir dixebitin û bi tev de hatine perwerdekirin.

Navend bi odeyên dermankirin hatine amadekirin û 5 erebeyên ambulansê tê de hene ji bo ku 24 saetan di amadehiyê de bin.

Rêveberê di navendê de Ebdullcelîl Ewadî got:

“Em rojane 40 kesî derman dikin, piraniya van kesan ên ku di encama qeza û rewşên awarte de birîndar bûne”.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *