Tebqa – Şervanên dewreya şehîd Ebdullah El-Mixlac waneyên xwe li akademiya şehîd Beşar Cirniyê distînin.
Perwerde berî 15 rojan dest pê bû û 85 şervanên Reqa û Tebqayê tê de beşdar bûne, dê dewre heta 45 rojan bidome.
Di qonaxa yekem de şervan li ser girîngiya perwerdê, disiplîna leşkerî, rola şervanan di parastina welêt de her wiha gelek waneyên tewrîk ên li ser cûreyên çekan tên dayîn.
Her wiha waneyên werzîşê tê dayîn.
Berpirsê perwerdê Cabir Cûma El-Elî got ku şervanan wateyeke mezin dane perwerdê.