Şervanekî welatê min

0 27

Yûsiv Ibrahîm ji zarokên Hesekê ye, di sala 2016’an de tevlî QSD’ê bû da ku welatê xwe biparêze.

Li akademiya şehîd Xebat perwerdeyên leşkerî û çandî dîtiye û di şerên rizgarkirina Çiyayê Kizwanan, Hol, Şedadî, Girê Spî û Minbicê de beşdar bûye.

Li ser birîndariya xwe Yûsiv dibêje:

“Di erekekî leşkerî de li ser riya Minbicê min qeza kir û di encamê de ez felc bûm, lê bi saya baldarî û miqatebûna pijîşk û hevalan ez niha baş bûme dikarim canê xwe bilivînim û di demek nêz de ez ê lingên xwe jî bilivînim”.

Di dawiyê de Yûsiv got dema ku ew rihet bibe dê têkoşîna xwe di nav hêzên QSD’ê de bidomîne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.