Tuesday, October 20, 2020
HomemanshetŞervanekî Welatê min
manshetNûçe

Şervanekî Welatê min

Rêber Mihemed Osman ji zarokên Reqqayê ye temnê wî 32 sal in zewicî ye û bavê 3 zarokan e.

Rêber weke hemî ciwanên Reqqayê zilmeke mezin ji aliyê DAIŞ’ê ve dît, bi tuhmeta danûstandina bi QSD’ê re hat girtin û pereyekî mezin da çeteyan heta ku ew serbest berdan.

Bi destpêkirina pêngava Xezeba Firatê re Rêber di dîroka 6’ê Nîsana 2016’an de tevlî QSD’ê bû.

Perwerdeyên leşkerî dît û di şerên gunddewarên Reqqayê de beşdar bû.

Piştî wê di şerê rizgarkirina taxên bajêr de amade bû, di rizgarkirina sivîl Reqqayê de xwedî roleke mezin bû.

Niha Rêber wekî fermandarê tugtayekê dixebite.

Rêber behsa rojên beriya DAIŞ’ê dike ku çawa ew heval û malbata xwe li seyrangehan bûn lê terorê ew ji hev dûr kirin, her wiha hêvî dike ku ji nû ve her kes vegere welatê xwe.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *