Eyn Îsa – Îro akademiyên şehîd Sara Ronahî û şehîd Feyad El-Şiblî du dewreyên sekvantî û rakirina mayînan bi beşdariya fermandarên QSD’ê û malbatên şervanan bi dawî kirin.
Merasîm bi tûrena leşkerî ya şervanan dest pê bû.
Her du dewre di dîroka 11’ê Çileya 2019’an dest pê bibûn û tê de şervanan waneyên siyasî û leşkerî dibirin.
Dewreya sekvantiyê bi navê şehîd Alaa Tewfîq bû, tê de şervanan perwerdeyên bikaranîna çeka sekvantiyê dibirin.
Dewreya rakirina mayînan jî bi navê şehîd Sîpan Sîno bû, tê de şervanan çawaniya rakirina mayînan û bêbandorkirina wan dibirin.
Ev her du dewre dê aktîvbûna QSD’ê zêdetir bike ji ber ku piştî dawîbûna DAIŞ’ê dê têkoşîna li hember şaneyên wê dest pê bike.
Di dawiya merasîmê de bawernameyên şervanan hatin pêşkêşkirin.