Saturday, January 22, 2022
HomemanshetAkademiya şehîd Rizgar Amanos perwerdeyên xwe didomîne
manshetNûçe

Akademiya şehîd Rizgar Amanos perwerdeyên xwe didomîne

Reqqa – Akademiyên leşkerî yên di bakurê Sûriyê de bi armanca bilindkirina asta şervanên xwe û parastina rêgezên exlaqî, dewreyên xwe dewam dike.

Yek ji wan akademiyan a şehîd Rizgar Amanos e ku gelek tugay tê de hene, ji wan tugayan tugaya şehîd Ûsama ya hêzên taybet e û 170 şervanên Reqqayê tê de perwerde dibin.

Şervan li ser xurtkirina leş, taktîkên leşkerî û perwedeya çekan perwerde dibin.

Perwerdekarê leşkerî Dildar Kobanê tekez kir ku morala şervanan bilind e, û ew wek pisporên leşkerî dê hemû agahşî û planên stratejîk bidin şervanan ta ku hêzeke leşkerî xurt ava bikin.

Dildar got ku perwerdeyên wan li ser bikaranînan çekan, rêbazên pevçûnên nêz in her wiha perwerdeyên karatê, taykwendo û bokisêng tên dayîn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *