Akademiya şehîd Kendal a hêzên xweparastinê li Herêma Firatê dewreya 12’mîn a bi navê şehîd Ciwan Hecî Mûrad bi merasîmekê bi dawî kir.
Di merasîmê de rêveberên Erka Xweparastinê û fermandarên QSD’ê her wiha hin sazî û malbatên şervanan amade bûn.
Merasîm bi tûrena leşkerî ya şervanan dest pê bû, piştre hevserokê desteya parastinê li Herêma Firatê Ismet Şêx Hesen axivî û got:
“Em keda we ya di vê dewreyê de li we pîroz dikin, hêvîdar in ku hûn dê destkeftiyên hevalên xwe yên şehîd biparêzin”.
Her wiha hevserokê ofîsa parastinê li bakur rojhilatê Sûriyê Zêdan El-Asî jî got:
“Hûn niha amade ne ku tevlî hevalên xwe yên di qadên têkoşînê de ne bibin, hêza me ne ji bo êrîşkirina tu kesî ye heza me ji bo parastina me ya”.