Thursday, September 23, 2021
HomemanshetQSD’ê 7 Esîrên xwe rizgar kirin
manshetNûçe

QSD’ê 7 Esîrên xwe rizgar kirin

QSD’ê îro 7 esîrên xwe yên li cem DAIŞ’ê girtîbûn piştî ku ew li bajaroka Baxoz rizgar kirin, ew radestî malbatên wan li Reqqayê kirin.

QSD’ê bi vê boneyê şahiyek lidar xist.

Di şahiyê de fermandarê QSD’ê Kendal Efrîn axivî û serbestkirina şervanan li malbatên wan pîroz kir.

Efrîn got:

“QSD’ê têkoşîneke mezin da meşandin ta ku ev şervan rizgar kir, niha em li ser rizgarkirina şervanên xwe yên esîr dixebitin û weke me soz dabû em ê hemû esîrên xwe azad bikin”.

Di dawiya şahiyê de malbatan bi kêfxweşiyeke mezin zarokên xwe birin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku ev 7 şervan berî 3 mehan hatin girtin, ew niha baş in lê pêwîstiya wan bi baldariyeke baş heye ji ber ku çeteyan ew bê xwarin hiştibûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *