Sunday, November 29, 2020
HomeDaxuyanîHêzên me 24 hevrêyên me yên dîlgirtî rizgar kirin
DaxuyanîmanshetNûçe

Hêzên me 24 hevrêyên me yên dîlgirtî rizgar kirin

Weke pêdiviyeke girêdana me ya exlaqî ji bo ewlehiya kesên sîvîl û hewldana me ya rizgarkirina hevrêyên me yên dîlgirtî, piştî operasyoneke berfireh ku tê de dor li çeteyan li herêma Baxozê hat girtin, me biryar da ku em operasyonên xwe yên leşkerî bidin sekinandin da ku em bikaribin sîvîlan ji çeteyan dûr bixin û wan ji herêmê azad bikin.

Hêzên me di vê çarçoveyê de karibûn hejmarek zêde sîvîl û şervanên me rizgar bikin. Bi vî awayî rêyeke ewle ji bo wan kesan hate vekirin. Li ser vê esasê 24 hevrêyên me yên ku demek beriya niha ji alî çeteyan ve hatibûn revandin hatin rizgarkirin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk

28’ê Sibata 2019

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *