Ji sedî 60 projeya “kampa Mehmûdilî” temam bûye

0 547

Tebqa – Karên çêkirina bingeha Kampa Mehmûdilî bi awayekî bi lez berdewam e, ta niha ji sedî 60 ji karên çêkirina riyan, cihên ava baranê û dîwarê derve yê kampê bi dawî bûne.

Endizyarê li ser projê Casim El-Eseid got ku ew bi hemû derfetên xwe kar dikin da ku proje di dema xwe de biqede.

Her wiha karên ronîkirina kampê ku heta niha ji sedî 30 xilas bûne berdewam in.

Projeya herî mezin jî ya kenelazisyona kampê ye ku bi dirêjiya 5,777 metr e ew jî ji sedî 40 xilas bûye.

Hêjayî gotinê ye ku ev proje di meha 8’an ya sala borî de dest pê bibû û li bendê ye ku di 1 Gulana 2019’an biqede.

 Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.