Saturday, May 28, 2022
HomemanshetLi Reqqayê semînera roja 8 Adarê
manshetNûçe

Li Reqqayê semînera roja 8 Adarê

Reqqa – Komîteya Jinê ya şaredariya Reqqayê bi boneya 8’ê Adarê roja jinê ya cîhanî semînerek birê xist.

Di semînerê de mala jinê, meclisa jinê û hemû navnedên jinê yên bajêr û gundan amade bûn.

Rêvebera meclisa jinê li şaredariya Reqqayê Ewatif Îsa li ser semînerê got:

“Me ev semîner bi boneya roja nijê birê xist, ev roj ya balkişandina li ser kesayeta jinê ye. Jinê di hemû waran de li rex mêr kar kiriye niha jî li gel şervanên QSD’ê mezintirîn rêxistina terorîs tune dike”.

Rêvebera meclisa jinê ya Reqqayê Zelîxa Ebdî qala lehingiya jinê kir û behsa zilma li ser wê kir, bi taybet Ebdî bal kişand li ser bûyerên şewitandina fabrîqeya li bajarê Newyoork ku di wê rojê de 125 jin hatin kuştin.

Di dawiyê de belgefilmek li ser çalakiyên meclisa jinê hat pşêandan.

 Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *