Wednesday, September 28, 2022
HomemanshetReqqa..rêxistina “Çêkerên Hêviyê” bûye hêviya şêniyan
manshetNûçe

Reqqa..rêxistina “Çêkerên Hêviyê” bûye hêviya şêniyan

Reqqa – Rêxistina “Çêkerên Hêviyê” alîkariya tenduristî ya bi gelê Reqqayê re didomîne.

Rêxistinê navenda dermankirina fêzîkî û çêkirina parçeyên can ava kiriye.

Navend hemû mirovên ku ling an destên wan hatibin jêkirin pêşwaz dike û alîkariya wan dike, her wiha dermankirina fêzîkî jî dike.

Ji dema ku ev navend hatiye vekirin de û ta niha 300 kesên ku parçeyên canê xwe wenda kirine hatine tomarkirin û niha têne dermankirin.

Xebatkarên navendê bang li hemû saziyên mirovî dikin ku desteka van mirovan bikin û wan wekû şehîdên zindî bibînin ji bo ku êşa wan kêm bibe.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published.