Wednesday, January 27, 2021
HomemanshetLi Tebqayê navendeke perwerdeyê hat vekirin
manshetNûçe

Li Tebqayê navendeke perwerdeyê hat vekirin

Tebqa – Komîteya perwerdeyê ya girêdayî rêveberiya sivîl a Tebqayê navenda perwerdê vekir.

Di merasîma vekirinê de endamên rêveberiya bakur rojhilatê Sûriyê û endamên rêveberiya bajêr amade bûn.

Merasmî bi deqeyekê rêzgirtin ji bo şehîdan dest pê kir, piştre rêveberê qada perwerdeyê Ehmed El-Ibo axivî û got:

“Em vekirina vê navendê li hemû karmendên qada perwerdê pîroz dikin, û wek rêveberiya dibistanan em soza pêşxistina asta xwendinê didin”.

Her wiha cîgira meclisa cihbicihkar Rewa El-Romî got piştî salên tarîtiya DAIŞ’ê em vekirina vê navendê pîroz dibînin.

Di merasîmê de navenda çandê jî çend karên xwe pêşkêş kir.

Di dawiyê de rîbana sor a vekirinê hat qutkirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *