Hêzên Sûriyaya Demokratîk bi hevkariya hêzên ewlehiya hindirîn operasyoneke ewlekarî ya kordînekirî di 2’ê Sibatê de li bajarê Girê Spî dest pê kir û 24 endamên şaneyên razayî yên ku plana xirakirina bajêr dikirin, girtin.
Operasyona ewlekarî bi şêwirmendiya êl û rûspiyên bajêr pêk hat.
Hêzên Sûriyaya Demokratîk soza parastina gel dide, spasiya wan li ser alîkariyê dike û ji gel dixwaze ku agahiyên li ser van kesan bi wan re parve bikin.