Saturday, January 22, 2022
Homemanshet24 kesên destên wan ji xwînê paqij hatin berdan
manshetNûçe

24 kesên destên wan ji xwînê paqij hatin berdan

Reqqa – Piştî ku rêveberiya xweser a bakur rojhilatê Sûriyê kongreyek çapemeniyê lidar xist û 283 kesên bê sûr berdan, li ser daxwaza şêx û rûspiyên herêmê 24 girtiyên Reqqayê jî hatin berdan.

Kesên hatine berdan di riya komîtetya pêwendiyan radestî malbatên xwe bûn û kefaleta wan ji aliyê şêxên eşîran bû ku dê vegerin jiyana xwe û zirarê negînin gelên Sûriyê.

Hevserokê komîteya pêwendiyên giştî Ferhan Hec Îsa got:

“Em nerîna şêx û rûspiyên xwe rêzdar dibînin, em ê van kesan û kesên din jî berdin piştî ku em bibîn ew careke din ketine nav jiyana xwe ya asayî”.

Her wiha şêx Ebid El-Elî Şêx ji êla Hatin El-Taiî ev insiyatîf erênî dît û tekez kir ku dê van kesan bixwin bin kontrola xwe û nehîlin ku destên wan bi xwînê qirêj bibin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *