Piştî derxistina sivîlan ji bajaroka Baxoz koşeya dawî ya terorê, şerê dawîkirina çeteyan dest pê bû.
Şerê qewimî bi vî rengî bû:
Şervanên me êrşî birin ser nuqteyên çeteyan û tevî ku çeteyan bi hemû çekên giran liber xwe dan lê şervan pêş de çûn 9 nuqte rizgar kirin.
Li baskekî din jî şervanên me pêş de çûn, gelek çete li vir hatin kuştin û şervanan 35 nuqte paqij kirin.
Her wiha balafirên koalisyona navdewletî derbeyên xwe nesekinandin.
Li baskekî din liv û tevgera çeteyan hat ferqkirin, şervanên me yek ser êrîşî wan kirin. Li vê derê 8 çeteyan xwe teqandin û şervanên me 3 erebeyên wan ji dûr ve teqandin her wiha erebeyeke çeteyan a barkirina cebilxaneyê hat hedefgirtin.
Di saetên sibehê de şer û pevçûn bi dijwarî qewimîn, şervanên me li hemer êrîşên dijber ên çeteyan li ber xwe dan û ew têk birin. Li vir 6 çete hatin kuştin û şervan pêş de çûn.
Di saetên êvarê de şervanên me êrîşî deverên çeteyan kirin û pevçûnên giran rû dan, gelek çete hatin kuştin û hêzên me dikaribûn 5 nuqteyan paqij bikin. Hemwextî wê balafirên koalisyonê li çeteyan dan.
Heta amadekirina vê encamê şer bi dijwarî didomiya.
Encama dawî ya pevçûnan:
– Kuştiyên çeteyan: 164, hin cinaze di destên me de ne.
– Wendahiyên terorîstan: 11 riyên leşkerî hatin birîn, 21 deverên leşkerî hatin rûxandin, 13 erebeyên mayînkirî hatin rûxandin, 2 xendeq hatin xirakirin, 10 erebeyên doşka hatin teqandin û 4 deboyên cebilxaneyê hatin teqandin.
– Çekên ketine destên me: 15 Kilaşnkov, 2 Laptop û hin topavêj.