Reqqa – “Komîteya Ronîkirinê” ya şaredariya gel a Reqqayê dest bi ronîkirina kolanên Reqqayê di riya nûkirina tûreya elektirîkê kir.
Hevserokê şaredariya gel Ehmed Ibrahîm tekez kir ku ev mezintirîn projeya şaredariyê ye û armanca wê ronîkirina kolanan e piştî sê salan ji qutbûna elektirîkê.
Proje bi dirêjiya 8 KM û ji taxa Mişlib dest pê dike heta meclisa sivîl a bajêr û ta dibistana Hitîn li bakurê Reqqayê.
Ger ev bi proje bi ser bikeve dê nîvê bajêr ronî bike.