Saturday, January 22, 2022
HomemanshetKongreya yekemîn ya rêveberiya jin li Tebqayê hat lidarxistin
manshetNûçe

Kongreya yekemîn ya rêveberiya jin li Tebqayê hat lidarxistin

Tebqa – Îro kongreya damezrêner a rêveberiya jin li Tebqayê di bin silogana “Tekoşîna jinê ji bo azadiyê tekoşîna azadiya mirov e” hat lidarxistin.

Kongre bi deqeyekê rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê bû, piştre mûm li ber wêneyên şehîdan hatin pêxistin û şendeyên beşdarbûyî tekezî li ser aktîvkirina rola jinê di civakê de kirin ji ber ku azadiya jinê azadiya civakê ye.

Her wiha nerîna kongreyê di derbarê azadiya jin de hat nîqaşkirin û belgefilmek li ser tekoşîna wê hat pêşandan.

Di dawiyê de reşnivîsa sîstema hindirîn hat xwendin û hilbijartinên rêveberiya jin hatin lidarxistin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *