Encama şerê têkbirina terorê

0 45

Piştî ku dema me dabû terorîstên DAIŞ’ê bi dawî bû, hêzên me dest bi dawîkirina şerê li Bxoza jêrîn kirin. Ta dîroka vê daxuyaniyê nêzî 4000 terorîstî xwe radestî me kirine.

Encama pevçûnan wiha ye:

Şervanên li ser gelek baskan êrîşî çeteyan kirin û di encama şerên giran de gelek çete hatin kuştin û hêzên me pêşde çûn, her wiha hin deboyên çekan ketin destên me.

Hemwext balafirên koalisyona navdewletî derbeyên balafirî li çeteyan dan.

Di heman demê de tîmên rakirina mayînan dest bi paqijkirina herêmê kirin da ku şervan pêş bikevin.

Çeteya xwestin ku maşîneya mayînan a şervanên me hedef bigirin lê êrîşa wan bi serî nebû, piştî wê 4 çeteyên xwekuj êrîşî wan kirin şervanan dikaribûn 3 ji wan bikujin û yê din jî xwe teqand.

Di pevçûnên qewimî de 5 şervanên me bi sivikî birîndar bûn.

Encama şerê 24 saetan wiha ye:

– Hejmara kuştiyan: 37 terorîst.

– Çekên di destên me de: 1 BKC, 43 Kilaşinkov.

– Wendahiyên terorîstan: Erebeyeke leşkerî û yeke barkirina çekan hatin teqandin, nuqteyeke leşkerî hat rûxandin.

– Derbeyên balafirî: 10.

– Hejmara birîndarên me: 5

    11’ê Adara 2019

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.