Tuesday, October 22, 2019
HomemanshetHesekê du şehîdên xwe oxir kir
manshetNûçeŞehîdên me

Hesekê du şehîdên xwe oxir kir

Şêniyên Hesekê û gundewarên wê îro du şehîdên Dêra Zorê li goristana şehîdan a li gundê Dawidiyê oxir kirin.

Merasîm bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê bû piştre li ser navê QSD’ê fermandar Elî El-Hesen sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got:

“Zarokên we di dilên me zindî ne, em şerê dawîkirina terorê didin meşandin û em ê terorê bi dawî bikin”.

Hesen tekez kir ku dê axa bakurê Sûriyê paqij bimîne.

Bi navê saziya malbatên şehîdan Bangîn Badînî axivî û got:

“Em careke din mêvanên lehingan in, van kesan mala xwe nepijrandin lê belê biryara wan riya tekoşînê bû wan xaka bakurê Sûriyê ji terorê paqij kirin”.

Piştî ku nasnameyên şehîdan hatin xwendin merasîm bi dawî bû.

Navên şehîdan wiha ne:

– Alan Kûsa.

– Silêman Ciwêr.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *