Saturday, October 31, 2020
HomemanshetQSD’ê 10 girtiyên bê sûc berdan
manshetNûçe

QSD’ê 10 girtiyên bê sûc berdan

Îro QSD’ê 10 girtiyên di demên cûda dema lêgerîna şaneyên razayî de htibûn girtin, serbest berdan.

Ev insiyastîf bi hevkariya ofîsa têkliyên leşkerî û şêx û rûspiyên herêmê pêk hat piştî ku tekez bû destên wan di xwîna birayên wan de paqij in.

Berdana girtiya bi merasîmeke fermî pêk hat, di merasîmê de rûspiyên Reqqayê, fermandarên QSD’ê û malbatên girtiyan beşdar bûn.

Gelek axaftin hatin kirin û tekezî li ser pêkanîna zagonên ewlekariyê hat kirin.

Şêxê êla El-Sebxa Mihemed Tirkî El-Soan got:

“Hin aliyan tevlihevî di herêmê de çêkirin û hewla fitneyekê kirin, piştî ku QSD’ê lêkolîn bi van ciwanan re kir tekez bû ku destên wan di van karan de tune ne ji lewre hatin berdan”.

El-Soan bang li her kesî kir ku bi hêzên ewlekariyê re bibin alîkar.

Ciwan radestî malbatan bûn malbatên wan jî soz dan şêxên eşîran ku di ewlekariya welêt de xwedî rol bin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *