Saturday, July 4, 2020
HomemanshetŞervanekî welatê min
manshetNûçe

Şervanekî welatê min

Reqqa – Mûhenned El-Elî ji zarokên Reqqayê ye piştî ku terora DAIŞ’ê ket bajarê wî neçar ma dev ji xwendinê berde û karê debara jiyana mala xwe bike.

Piştî ragihandina QSD’ê Elî ji Reqqayê reviya û tevlî wê bû, li akademiya şehîd Feysel Ebû Leyla perwerdeyên leşkerî û çandî dîtiye.

Elî di şerên rizgarkirina Tebqa, Reqqa û gundewarên Dêra Zorê de beşdar bûye.

Mûhenned El-Elî dibêje çeteyan bi tuhmeta danûstandina bi QSD’ê re ez girtim û êşkence kirim ji ber wê ez reviyam û hatim nav QSD’ê.

Her wiha behsa şerê li taxa Ferdos a Reqqayê dike û dibêje ku ew di wir de tev birayê xwe ketiye dorpêçê û birayê wî birîndar bibû û piştî ku rewşa wan zor bû şervanên QSD’ê bi çalakiyeke taybet ew ji dorpêçê rizgar kirin.

Elî soza hilgirtina çekê heta dawîkirina terorê da û dê piştî wê vegere jiyana xwe ya sivîl.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *